Eser· Kitap

Tofan

Ya qadirê erd û asiman!Ez evdekî Te î ji axê Ahmedê Xanî,ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destûr û fermana Te,ji îro û pê ve her sêsed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi ruyê vê dunyayê bikevit.Qesd û mexseda ji evê lavayê ne ew e ku bêmarîfetiyek bibit,na û bîlekis, belbî jî mebest ew bit ku ev hîkmetmislî lutfeke Yezdanê erş-î ala bibit îbret- î milet.Hurmetkarê cenabê Te î Mezin,Ahmedê Xanî21ê meha muharremê 1695Her kiyê ku rû ji vî erdî bade, ruyê wî ê reş be.Her kiyê ku bêbextiyan li ax û ava vî erdî bike, ax û ava reş ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe.Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, ziman ê di devê wî de biwerime û deng ê jê neyê.Her kiyê ku destdirêjiya evî erdî bike, dest û pêyên wî ê bişkê û ew ê têkeve ber destan.Her kiyê ku bike bi îzet-î nefsa vî erdî bîlîze, ew ê rezîl û riswayê alema jêr û jor bibe.Her kiyê ku rû ji vî erdî bade, ruyê wî ê reş be.Her kiyê ku bêbextiyan li ax û ava vî erdî bike, ax û ava reş ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe.Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, ziman ê di devê wî de biwerime û deng ê jê neyê.Her kiyê ku destdirêjiya evî erdî bike, dest û pêyên wî ê bişkê û ew ê têkeve ber destan.Her kiyê ku bike bi îzet-î nefsa vî erdî bîlîze, ew ê rezîl û riswayê alema jêr û jor bibe.

Baskılar1

Bu eserin yayımlanmış baskıları. Bir baskıya tıklayarak yayınevi, ISBN, sayfa sayısı ve basım bilgilerini görebilirsiniz.

Tofan

Tofan

Düzenleme Geçmişi

Yükleniyor...

Puanlama

Henüz puan verilmemiş.

Yorumlar

Henüz yorum yok.

Benzer Kitaplar