Labîrenta Cinan
Mamoste Kevanot, tevî xanima xwe Nêrgisa Koçer diçe Gunde Dînan. Cihê fesadî, dek û dolap û virekiyê. Û gundî; ji aliyekî ve ciwamêr, dilgerm û pakij, ji aliyê din ve; nezan, korfam û serhişk. Mamoste ji dizane ku du rê li ber hene: An wê dakeve pîvana wan û li wî aliyê wan î pakij rast bê an jî xwe ji wan dûr bixe û rastî aliyê wan î korfam bê. Kevanot bi zimanê wan dipeyive û dide ser riya yekemîn. Lê li wî gundê ku pîrebok û cin, însan û şeytan tevlihev dibe wê gotina Gebranê Baço rast derkeve:Ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî... tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce... tu ê pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî...Hesenê Mêtê di romana xwe de me li labîrent û dehlîzên tarî ê civakeke derengmayî digerîne, civakek ku labîrenta herî tarî û tevlihev mêjiyê însanên wê bi xwe ye.
Baskılar1
Bu eserin yayımlanmış baskıları. Bir baskıya tıklayarak yayınevi, ISBN, sayfa sayısı ve basım bilgilerini görebilirsiniz.
Düzenleme Geçmişi
Yükleniyor...
Puanlama
Yorumlar
Henüz yorum yok.











