Eser· Kitap

Kurd (Dîrok û Kultura Wan)

‘Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî di Kurdistanê re, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê; wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî, û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel.‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin.‘Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.´H.Mohemed Elî, serokê Civata Kurd li Berlînê

Baskılar1

Bu eserin yayımlanmış baskıları. Bir baskıya tıklayarak yayınevi, ISBN, sayfa sayısı ve basım bilgilerini görebilirsiniz.

Kurd (Dîrok û Kultura Wan)

Kurd (Dîrok û Kultura Wan)

ISBN 9789944382342

Düzenleme Geçmişi

Yükleniyor...

Puanlama

Henüz puan verilmemiş.

Yorumlar

Henüz yorum yok.

Benzer Kitaplar