Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn, dewsa ku Mem û Zîn û Dîwana Cizerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de zman û rûhê cenabê Xanî û xurt û nezma dîwana Cizerî a ahengdar bibînin.Cegerxwîn pirsên biyanî jî pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimanekî sade û selîs nivisîne.Qîmeta şihrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanekî şêrîn û şebî tewşbûn û zerara wan nîşan kiriye.Ez ji şairê me î şebî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.Qedrîcan