Şira kurmanciya bakur ku bi şira Cizîrî li asoyê edebiyata me geş bûbû, bi şira Xanî kete xizmeta îdeolojiya milî. Di pey Xanî de hebûneke xurt nîşan neda, di nav mirin û jiyanê de ma. Cegerxwîn bi giyaneke nû jiyanê dayê, şirê ji dîwan î dîwanxana derxist, bire meydan û kolanan.Cegerxwîn rûpela dîdaktîzmê li şira kurmancî zêde kir. Dîdaktîzma Cegerxwîn di hindava guhartina rewşa siyasî û komelayetî de ye: Hişyarkir e, ronîkir e, têkoşer e. Heta şoreşa Kurdistanê serkeve wê şira Cegerxwîn ji aktueliya xwe, ji jîndariya xwe tu tiştekî winda neke, wê her van erkên xwe bi cih bîne û bi wî awayî jî Cegerxwîn dê bijî.Rojen Barnas