Receb Dildar ku bêhtir bi şirên xwe dihate naskirin, vê carê bi kitêbek çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên kurdî: Şikefta Xwekuştinê. Kitêba ku ji 20 çîrokan pêk tê, bi zimanekî sade û şahîk hatiye nivîsandin. Di çîrokan de temayên jiyana rojane a salên dawî ku li bajaran derbas dibin, bi gelek sûretên xwe hatine hûnandin.Ji çîroka Şaxên ŞikestîBesa ku dîrega piştê lê hatibû şikestin, bi xebera Elî re dest û mil jî pê re neman. Hêviya ku di quncikeke dilê wê de xwe bi cîh kiribû, firiyabû çûbû. Hêviyên ku wê bi jiyanê ve girêdidan ji kokê ve hatibûn qurmiçandin. Ji xwarin û vexwarinê ket, bi rojan xwe li cîhekî ji bîr dikir, hinekan bi destê wê digirt berê wê didan malê, bêyî ku dengê wê biçe kesê carna stranek li ser zimanê xwe dilefand bi saetan dubare dikir. Besê neçû ser mezelê Elî jî, êşa di dil de dişuxulî hêdî hêdî xwe bera ser mejû da, ew zeft kir. Ji sibê heta êvarê li ber derî rûdinişt çavên xwe dikuta ser herdu mezelan û di nav wê êşê de avjenî dikir, yek carna hevokek ji ser lêvên wê diweşiya:- Kurrên Şikriyê kor, we ez şewitandim, ez ê jî we bişewitînim. Ez ê tu carî neyêm ser mezelên we, û wisa jî dikir. Tu carî neçû ser mezelên wan.Di van rojên dawîn de Besê bela xwe di daran dida, diçû ber darekê disekinî û bi hêrs bi ser de diqêriya:- Herdu şaxên min şikestin, ezê jî şaxên te bişkînim, û kîja şaxa xweşik hebûya digirt dişikand, paşê diçû li ber dareke din disekinî.